Li Xezeyê agirbesta mayînde destpê kir
Serokê Hamasê yê li Xezeyê Xelîl el-Hayya got, “Em îro bidawîbûna şer û destpêka agirbesta mayînde radigihînin.”
Serokê Hamasê yê li Xezeyê Xelîl el-Hayya got, “Em îro bidawîbûna şer û destpêka agirbesta mayînde radigihînin.”
Piştî ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal bi daxuyaniyeke ragihand ku şandeyên Hamas û Îsraîlê li ser qonaxa yekemîn a “Plana Xezeyê” li hev kirine, Hamasê daxuyaniya ewil da. Serokê Hamasê yê li Xezeyê Xelîl el-Hayya wiha got, “Em îro bidawîbûna şer û destpêka agirbesta mayînde radigihînin. Lihevkirin vekirina Deriyê Sînor a Refahê jî di nava xwe de dihewîne.”
Haya diyar kir ku şer bi dawî bûye û wiha got, “Me ji rêveberiya DYE’ê û ji navbeynkaran mîsogerî girtin. Hemû teyît kirin ku şer bi dawî bûye. Qehremanên berxwedanê hemû planên dijmin ên ji cih kirin, birçîbûn û tevlîheviyê vala derxistin.”
Rayedarê payebilind ê Hamasê Usame Hamdan, têkildarî mijara çek berdanê daxuyanî da. Hamdan diyar kir ku wê tu Filistînî çek berdanê qebûl neke û wiha got, “Pêwîstiya Filistîniyan bi çek û berxwedanê heye.”